Stêrk hat ser erdê xwe

Ser navê vê nivîsê risteyekî ji helbesta min e û navê helbestê bixwe ye. Li ser xaniyên Farqînê stêrk gelek xweş xuya dikirin. Rokî ji rojan li ser xanî di nav lihêfa hirî û giran da; ji pîra min Mewlûdê re min wisa gotiye; “Maşallah dayo stêrkên we çiqas pir in”.

Îro, dikare bê gotin ku em li asîmanê qet stêrkan nabînin. Li bajarên mezin û di bin ronakiya da stêrk xuya nakin. Piştî qederek êdî meriv stêrkan jî jibîr dike. Çav nebîne dil sar dibe, dibên. Li çiyayên Çewlîkê li ser axbanê çaxê min stêrkên welat dî, hafiza xwe da kolandin û bajarên di bin ronkahiyê da ji me çi biriye mîna bayê zivistanê li ser sing xist û êşand. Di nav stêrkan da her dem yek dido stêrk ji yên din geş û çavê meriv tije dikin. Stêrk wek merivan in hem rê nîşan didin hem jî bi geşbûna xwe; bi zelûlbûna xwe, bi çilmisandiya xwe, bi têrxweşikbûna xwe, bi xemgîniya xwe, bi ken û berkeniya xwe her tim rûyên xwe didin xuyakirin.

Rewşa mirovên bajarî wek fîlma Don’t Look Upê ye. Di rubaiyên Omer Xeyyam da stêrk ciyekî taybet digire, ew heta dawiya jiyana xwe li pey stêrkan bû. Her roj wan seyr dikir, maneyan li wan bar dikir, dida ser şop û rêçên wan, rubaiya wî ya 324an da dibêje; “Esman gulên çolê diweşîne ji bermilkên xwe/tu dibêjî qey barana kulîlkan dagirkir çîmenê/qedeha min a lale bi gul mey bila were tijekirin/ji ewrên mor çaxê yasemîn dikevin.”

Stêrka ku min li esmanên Amedê dî di nav stêrkên din da bi heybet û bi ronakbûna xwe ya sayî hemû stêrkan dabû pişt xwe. Ger qasî Xeyyam nebe jî min jî dabû pey şopa stêrk/an. Li ser esmanên welat stêrka ku dibiriqî berê xwe dabû esmanên biyanî. Çawa ku dar û giya li ser ax û koka xwe radibe û mezin dibe stêrk jî li esmanên welatê xwe geş in û behnfireh in. Rubaiya 331an da evîn û sirra stêrkan Xeyyam çi xweş aniye ser ziman; “ev esmanên bi stêrk kîngê dest bi vegerandinê kir/kîngê ev qubeya xweşik xera bivê û têk biçe/bi rêya aqil tu nikarî wiya hilanîn û danînî/mantiq û qiyasên te di vî karî da hilnakişe.”

Mantiq û hiş li hemberî sirra stêrkan têk diçe. Tu xwe bi kû va binî û weynî ew stêrka li ser te dike gupegup û rûyê xwe yê zelal nîşanî te dide, jê xelasî nemimkun e. Jixwe kî dixwaze xwe ji stêrkan dûr bixe û xwe ji zelalbûna wan çavê xwe bizivirîne? Ger em du risteyên helbestkar Elîzabeth Bîshop wergerînin û bi nivîsa xwe re adepte bikin, em dikarin wisa bêjin; “ji min re eynikek ji stêrkan lazim e (…) çavên rihan bila biçirisine”[1].

Hin caran bi beytên Melayê Cizîrî dibe ku meriv stêrkan bixweyne; “Te divê berq û birûskan bireşînî tu nezer de/te divê roj-i xwiya bit ji şibakê tu xwiya be”[2]. Stêrk/an li dinyaya kevn da rê destnîşan dikirin, îro li ber me rêyan ronî dikin. Ger hûn bawer nakin li jor binêrin û li ser rêya rêşivanan da bimeşin ber bi qûntara çiyayan va hûn ê bibînin ku destnîşana wê ji pisûlayê ne kêm e.

Li Amedê hefteyek bêhempa me li pişt xwe hişt. Bi her awayî geş, xweş û bi hêvî bû. Me gelek done jî bi destxist, gelek nas û dostan me dî. Bi naskirina xwînerên jîr û hêja ev keyfxweşî xwe zêde kir li ser jiyana me û bo motîvasyonê jî dil û hiş germ kir. Piştre peyamek jî ji Başûr hat, ev peyam hîs û hestên me xemiland û bilind kir. Di peyamê da hevok mîna risteyan dabûn pey hev. Hin hevok henin tu bixwazî nexwazî piştî demekê dibin riste û diherikin. Ba û bahoz, berf û seqem, kendal û zinar, gelî û newal jî di hevokan da xwe veşartibûn. Piştî ev peyama ji dil me berê xwe da Mêrdînê. Di navbera Mêrdîn û Amedê da rê mij û dûman bû, çiyayê Badokê jî bi rastî nedihat xuyakirin lê hebûna wî feyz dida.

Di dolmîşê da, pişt me camêrek hebû û bi telefonê rûbirû diaxivî û bênavber peznê xwe dida û digot; “ez berdêle sed mêran im”, “ez şêr im şêr”, “ben kimseden yemem/ez ji kesî naxim”. Gelek ji xwe razîbû û bi xwe bawer bû. Di dolmîşê da bi zorê xwe dida guhdarkirin. Çaxê axaftina wî bi dawî dibû di rehbera xwe da hin kesên din digeriya û çaxê bêbersiv dima rasterast diket Tîktokê û bi dengek bilind temaşe dikir. Lê ev tevgirtina kesê ku berdêlê sed mêran bû hem wextê xwe hem jî sebra rêwiyan dawî dikir. Ger em bi biwêjek kurdî vê rewşê binîn ser ziman, elametê baranê ba ye ya mirinê ta ye, tam lê rewşa me dihat. Çaxê em nêzî Mêrdîna nû bûn, camêrekî navser êdî tehamûla wî nekir û bi yek carî dengekê bilind got, “de êdî bes e! Te guhê me kêr kir”, di piştre camêrê navser êdî teqiya û bi tirkî got, “temam anladık sen yüz adama bedelsin/belê me fêm kir, tu berdêla sed mêrêyî”. Piştî vê serîrakirinê rêwiyên din jî nerazîbûna xwe eşkerekirin.

Hevala ku li kêleka min rûdinişt di ber xwe da dikeniya çimkî ew jî nîv torî bû û dawiya vê meseleyê bi min texmîn dikir, bo vî dibişiriya. Nava dolmîşê bi dengê toriyan dihêjiya “a” bibû îmgeya rewşa me. Camêrê ku rêwiyan bi dengê xwe yê bilind û bi Tîktokê acis dikir, di bin ev nerazîbûnê da nedima çimkî çil deqîqe bênavber pezn û camêriya xwe dabû. Di vê naveberê da min înyada toriyan carek din tercûbe kir. Di nav çend deqîqeyan da di dolmîşê da aloziyek derket û ji bilî me herkes ket nava hevûdin. Rêwitiya me ya Mêrdînê bi pevçûna toriyan destpê kiribû. Camêrê ku digot “ez şêr im şêr…” çaxê ji dolmîşê peya bû vegeriya şofêr û bi destê xwe yê rastê eynika raçavkirinê (dikiz aynası) girt û bi tirkî şîretek tehdîtwarî kir; “kimseden yeme ha!!!” (ji kesî nexwî ha). Mêrdîna nû û ya kevn di bin dagirkirina mijê da mabû. Ti tiştek ne dihat xuya û heta ku me xwe dîsa gihiştand Amedê em pert bibûn. Serpêhatiya min û Mêrdînê kin û dibin aloziya toriyan dawî bibû.

Bi qasî camêrê berdêla sed mêrî nebe jî, ez jî hinek peznên xwe bidim. Heval û hogirên min baş zanin ku –birêz Yaşar, Ercan û Meral- min xwe her tim ji peznan dûr xist. Rraste çiqas me peznên seansa kiribû jî. Roniya çavên min, delala ber dilê min, pirtûka min a dawî bi navê “Bêxweda”[3] bi zimanê minê şêrîn û qedîm bi kurmancî hat weşandin.

Roja îmzeyê li standa Lîsê eleqeyek mezin û geşbûn hebû. Derdora standê her deqîqe tije dibû. Bi nivîskarên Lîsê re geşbûn bêhtir dibû… Ji her temenî xwîneran bi hatina xwe hêvî û qiymetê dane me, mala wan hezar carî ava. Bênavber sê seat me pirtûkên xwe îmze kir. Atmosfera Fûara Amedê gelek xweş bû, weşanxaneyên kurd bi hatina mêvanan moralên wan bilind dibû. Stêrkên esman li fûare dibiriqî. Do li Amedê hejmera xwînerên kurmancî û zazakî bi tiliyan derbas nedibû lê îro bi hezaran xwînerên kurmancî û bi dehan nivîskar-helbestkarên xwe di sedsela komara Tirkiyê da bersivek bêhempa li qada Amedê dan. Em li wir bûn bi ziman û çanda xwe, bi sed hezar kesan re me hebûna xwe bihevre neqiş kir… Di vê merhele û qadê da înyada toriyan ji me re pêwist e û mîna camêrê ku berdêla sed mêran bû û di dawiyê da peyama wî ya tehdîtwarî em nivîsa xwe dawî bikin: em ê ji ti kesî nexwin di serî da dijminê gel û zimanê me! Li esmanên welat çawa ku stêrkên me bi hemû gurz û geşbûna xwe bayê xwe diweşînin em ê jî bi sekn û bîrûbaweriya hebin. Hêviya me fûara ku li Amedê hat çêkirin li hemû bajarên welat were amedekirin…

Binêre:

[1] Helbest Çima Pêwiste/Jay Parînî/r.81/YKY.

[2] Gerdeniya Gewherî/Şerha Dîwana Malayê Cizîrî/Mela Ahmedê Zivingî/Amedekarî û ji Erebî-Emîn Narozî/r.91/W. Avesta.

[3] Helbest/Weşanxenaya Lîs/2023.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*